Amerîka piştgiriya leşkerî ya ji bo Herêma Kurdistana Iraqê dibire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i359966-amerîka_piştgiriya_leşkerî_ya_ji_bo_herêma_kurdistana_iraqê_dibire
Rêveberiya Donald Trump dil heye dema hevhatinameya ewlehiyê ya bi Herêma Kurdistana Iraqê re dirêj neke.
(last modified 2026-08-29T14:00:57+00:00 )
Tebax 29, 2026 17:10 Asia/Tehran
  • Amerîka piştgiriya leşkerî ya ji bo Herêma Kurdistana Iraqê dibire

Rêveberiya Donald Trump dil heye dema hevhatinameya ewlehiyê ya bi Herêma Kurdistana Iraqê re dirêj neke.

Li gorî rapora BBC`yê, hikûmeta Trump di halê hilkolandina bi dawîanîna piştgiriyên xwe yên ewlehî û leşkerî ji hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ye. Çar çavkaniyên ku li ser danûstandinên di navbera rayedarên amerîkî, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê de agahdar in, ji BBC`yê re gotine ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di civînên dawî de ji serokên Herêmê re gotiye ku Waşîngton niha dil nîne dema hevhatinameya alîkariya ewlehiyê ji bo hêzên Pêşmerge dirêj bike. Ev hevhatiname di 30`ê Îlonê de diqede. hevhatinameya ewlehiyê ya Amerîkayê û Herêma Kurdistana Iraqê cara yekem di sala 2016`an de hate îmzekirin û di sala 2022`an de dema wê hate dirêjkirin. Di pêşniyara budceya xwe ya ji bo sala darayî ya 2027an de, Pêntagonê pêşniyar kiriye ku alîkariya ji bo hêzên Pêşmerge were birrîn, bi hinceta ku bi têkçûna DAIŞ`ê re, ne hewce ye ku ev xerc berdewam bikin û çavkaniyên wê dikarin di warên din de werin xerckirin.