Bidawîhatina pêispartiya hêzên almanî li Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i359896-bidawîhatina_pêispartiya_hêzên_almanî_li_herêma_kurdistana_iraqê
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê basa bidawîhatina pêişpartiya leşkerî ya Almanyayê li Iraqê kir. Rêûrsma fermî ya bidawîhatina vê pêispartiyê li Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê hat lidarxistin.
(last modified 2026-08-26T14:49:43+00:00 )
Tebax 26, 2026 18:19 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina pêispartiya hêzên almanî li Herêma Kurdistana Iraqê

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê basa bidawîhatina pêişpartiya leşkerî ya Almanyayê li Iraqê kir. Rêûrsma fermî ya bidawîhatina vê pêispartiyê li Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê hat lidarxistin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, hejmara hêzên almanî ji 40 misteşarên leşkerî kêmtir bû ku di çarçoveya Hevalbendiya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîkayê û di warê perwerde û piştevaniya ji Hêzên Pêşmerge dixebitîn. Wezareta Pêşmerge ji bilî sipasiya ji piştgîriyên leşkerî, pizişkî û piştevaniya Almanê ragihand ku ev misteşar piştî bidawîanîna pêispartiya xwe, axa Iraqê terikandin.