Piştgiriya PDK ji Bafil Talebanî jibo bidestxistina posta serokkomartiya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i357600-piştgiriya_pdk_ji_bafil_talebanî_jibo_bidestxistina_posta_serokkomartiya_iraqê
Endamê Desteya Kargêr a Polîtboroya PDK got ku ev partîya piştgiriyê dide berbijariya Bafil Talebanî jibo posta serokkomartiya Iraqê.
(last modified 2025-12-22T10:55:35+00:00 )
Kanûn 22, 2025 18:18 Asia/Tehran
  • Piştgiriya PDK ji Bafil Talebanî jibo bidestxistina posta serokkomartiya Iraqê

Endamê Desteya Kargêr a Polîtboroya PDK got ku ev partîya piştgiriyê dide berbijariya Bafil Talebanî jibo posta serokkomartiya Iraqê.

Hişyar Zêbarî,  Endamê Desteya Kargêr a Polîtboroya PDK got ku tevî piştgiriya PDK ji berbijartiya Bafil Talebanî, pirsgirêkên wekî şarezanebûna wî ser zimanê erebî û bawernameyên xwendinê yên wî nehiştine ku ew ji aliyê iraqiyan ve were pejirandin.

Zêbarî got ku beriya hilbijartinan, me rêkeftineke baş bi YNK re hebû lê wan dem derbas kirin û niha rew guheriye û em cuda li ser mijara pêknaîna kabîneya Hikûmeta Herêam Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gotûbêjan dikin.