Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ya Irsaqê yê rabe duberanberî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356777-hinardekirina_nifta_herêma_kurdistanê_ya_irsaqê_yê_rabe_duberanberî
Medyayên Iraqê ragihandin ku hinardekirina nifa Herêma Kurdistanê yê di meha bê da rabe nêzî 250 hezar bermîlî di rojê da.
(last modified 2025-10-25T10:14:39+00:00 )
Çirî 25, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ya Irsaqê yê rabe duberanberî

Medyayên Iraqê ragihandin ku hinardekirina nifa Herêma Kurdistanê yê di meha bê da rabe nêzî 250 hezar bermîlî di rojê da.

Medyayên iraqî bal kişandin ser berdewambûna hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo bazarên cîhanê ji rêya borîya ku ber bi Tirkîyê va diçe û raghiandin ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bi rêya Şirketa Netewî ya Nifta Iraqê ango SOMO di meha Mijdarê da yê rabe nêzî 250 hezar bermîlî di rojê da. 

Ji destpêka vê mehê va heta nika rojê nêzî 135 hezar bermîl nift ji Herêma Kuridstana Iraqê va bi saya Şirketa SOMOyê bo bendera navdewletî ya Cîhan a Tirkîyê hatîye hinardekirin. 

Hinardekirina dubare ya nifta Herêma Kurdistanê piştî rawestandineke demdirêj, ji roja şemî 27ê Îlonê va dest pê bû.