Barzanî: Em naxwazin çavkanîya ti gefeke dijî Îranê bin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356554-barzanî_em_naxwazin_çavkanîya_ti_gefeke_dijî_Îranê_bin
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir ku Herêma Kurdistanê yê rê nede ji axa vê navçeyê ve ti pêngaveke leşkerî dijî Îranê were rakirin.
(last modified 2025-10-09T13:08:19+00:00 )
Çirî 09, 2025 14:41 Asia/Tehran

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir ku Herêma Kurdistanê yê rê nede ji axa vê navçeyê ve ti pêngaveke leşkerî dijî Îranê were rakirin.

Nêçîrvan Barzanî got: Em naxwazin çavkanîya ti gefekê dijî Îranê bin; eva sîyaseta Herêma Kurdistanê ye. Wî herwiha got: Îran yek ji cîranên ginîg ên me ye. Di navbera me de sînorekîdirêj heye u me ti dema nexwestîye û naxwazin jî ku peywendîyên me u Îranê pêrgî zîyanê bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbara dewra bê ya hilbijartinan li Iraqê da jî got: Ez ser vê bawerê me ku dewra bê ya hilbijartinê gellekî girîng e; piştî hilbijartina di sala 2005ê da, hilbijartina bê ya herî girîng li Iraqê ye. Nêçîrvan Barzanî derbara demajoya aştîyê ya li Tirkîyê da jî got: Bi bawera min Tirkîye di vê demajoyê da ciddî ye, herçend ku diqewime em hesta vê yekê bikin ku ew demajoya kêmekê sist pêş da diçe.