Piştgirîya Tevgera Helwesta Niştîmanî ji xwenîşandana wanebêj û karmendan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i355826-piştgirîya_tevgera_helwesta_niştîmanî_ji_xwenîşandana_wanebêj_û_karmendan
Tevgera Helwesta Niştîmanî piştgirîyê dide xwenîşandana wanebêjan û karmendên nerazî ji ber miaş ku yê sibê were lidarxistin u yê tê da jî beşdar be.
(last modified 2025-08-19T12:14:01+00:00 )
Tebax 19, 2025 15:44 Asia/Tehran
  • Piştgirîya Tevgera Helwesta Niştîmanî ji xwenîşandana wanebêj û karmendan

Tevgera Helwesta Niştîmanî piştgirîyê dide xwenîşandana wanebêjan û karmendên nerazî ji ber miaş ku yê sibê were lidarxistin u yê tê da jî beşdar be.

Tevgera Helwesta Niştîmanî di daxûyanîyekê da ragihand: Muelim û karmendên nerazî roja çarşemê ango sibê wek roja xwenîşandanê destnîşan kirine, em hem piştgirîyê didinê û him jî yê tê da beşdar bibin û bi hemî şîyana xwe dê berevanîya daxwazên wan bikin. Ev xwenîşandana di çarçova daxwaza bo çareserkirina pirsgirêka nedayîna miaş û destmizê da ye.

Tevgera Helwesta Niştîmanî herwiha ragihand: Divê rêkevtinameya têkildarî niftê û vegerandina derhata neniftî bi merema dabînkirina miaş û destmizê were bicihanîn, xelkê Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab da dijîm û nabe ku bibin gorîyê berjewendîyên çend desthilatdar û kompanîyan.