UNHCR: 948 penaxwaz ji Herêma Kurdistanê vegeriyane Sûriyê
Çile 04, 2025 11:09 Asia/Tehran
Ajansa Penaberan a NY'yê (UNHCR) ragihand, ji destpêka sala 2025an va 948 penaxwaz ji Herêma Kurdistanê vegeriyane Sûriyê.
Li gorî nûçeya Kurd Pressê, Ajansa Penaberan a NY'yê (UNHCR) ragihand ku piştî alûgorên Sûriyê 948 penaxwazên sûrî ji deriyê sînorî yê Pêşxabûrê vegeriyane Sûriyê.
Her wiha 105 kes ji vê hejmarê ji aliyê UNHCR'ê va wek penaber hatine tomarkirin.
Serepeyv