Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev pêşxstina peywendiyên du alî gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i342572-nêçîrvan_barzanî_û_Îlham_aliyev_pêşxstina_peywendiyên_du_alî_gotûbêj_kirin
 Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev di civîna xwe de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re di hemû waran de kirin, her du aliyan herwiha derbarê vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya li Hewlêrê de jî gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2023 12:49 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev pêşxstina peywendiyên du alî gotûbêj kirin

 Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev di civîna xwe de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re di hemû waran de kirin, her du aliyan herwiha derbarê vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya li Hewlêrê de jî gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê wê serdanê de daxuyaniyek belav kir û got: Herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kirin, bi taybet di ware aborî, bazirganî, geştyarî, û enerjiyê de û derfeta weberanîn û sermayeguzariyê bo kompaniyên Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.”