Rêya pêşîlêgirtin li qaçaxa Doalr; Kontrola zêdetir ser derbasgehên Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i339300-rêya_pêşîlêgirtin_li_qaçaxa_doalr_kontrola_zêdetir_ser_derbasgehên_herêma_kurdistanê
Parlimanterekî berê yê Meclisa Iraqê got: “Tenha rêya girtina pêşiya qaçaxa Dolar li Iraqê, şidandina kontrolkirina derbasgehên sînorî û balafirgehên Herêma Kurdistanê ye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2023 15:13 Asia/Tehran
  • Rêya pêşîlêgirtin li qaçaxa Doalr; Kontrola zêdetir ser derbasgehên Herêma Kurdistanê

Parlimanterekî berê yê Meclisa Iraqê got: “Tenha rêya girtina pêşiya qaçaxa Dolar li Iraqê, şidandina kontrolkirina derbasgehên sînorî û balafirgehên Herêma Kurdistanê ye.”

“Serkevt Şemsedîn”, di hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a Bexda El Yewmê re got: “Heke hikûmeta Iraqê dixweze qaçaxa Dolarê Amerîkayê kontrol bike, divê pêngavên xwe yên ewlehiyê li balafirgeh û derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistanê girantir bike.”

 Şemsedîn herwiha got: “Balafirgeh û derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê kesên bibandor û desthilatdar ve tên birêvebirin, her ji ber vê yekê divê tivdîrên giran ên ewlehiyê ji aliyê hikûmeta Federal a Iraqê ve werin sepandin ji ber ku qaçaxa Dolar û tiştên din ji balafirgeh û derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê ve hîn jî didome.”