Agirpêketinek li palîngeha neftê ya Hewlêrê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i337389-agirpêketinek_li_palîngeha_neftê_ya_hewlêrê_qewimî
Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihand ku agirpêketinek li palîngeha neftê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana vî welatî qewimiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2022 10:12 Asia/Tehran
  • Agirpêketinek li palîngeha neftê ya Hewlêrê qewimî

Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihand ku agirpêketinek li palîngeha neftê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana vî welatî qewimiye.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya kanala telegramî ya Saberin Newsê, Li palîngeheke neftê li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê agirpêketinek qewimiye.

Malpera El-Melûmeyê jî bi weşandina vê nûçeyê ji zarê çavkaniyên xwecihî nivîsî: Agirpêketin li palîngeheke neftê li navçeya Dole Bekreyê li Hewlêrê qewimiye û tîmên agirvemirandinê bilez bo cihê bûyerê hatine şandin.

Çavkaniyên medyayî ragihand ku hegera vî agirî hîn diyar nebûye.

Li gorî vê raporê, hîn diyar nîne bê ka ji ber vê bûyerê ziyanên canî jî çê bûne an na.