Li Hewlêrê agir bi hotêlekê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336265-li_hewlêrê_agir_bi_hotêlekê_ket
Televîziyona El-Cezîreyê qala şewata berfireh li hotêleke heftqatî li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 09:30 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê agir bi hotêlekê ket

Televîziyona El-Cezîreyê qala şewata berfireh li hotêleke heftqatî li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Rûdawê, Tîmên agirvemirandin û berevaniya sivîl ên Hewlêrê karîn piştî du saetan agirê pêketî li qata heftem a Hotêla Plazayê li Kolana Kerkûkê ya vî bajarî xeva bikin.

Di vê raporê da hatiye, Ji ber vê agirpêketinê ti ziyaneke canî çê nebûye û asta ziyanên wê yên darayî hîn nehatiye texmînkirin.

Hotêla Plazayê ji hotêlên herî qelebalix ên Hewlêrê ye û di dema agirpêketinê da derdora 100 kesî tê da hebûne ku bi çûyîna ser banê hotêlê, ji aliyê tîmên alîkarîgihandinê va hatiye rizgarkirin.