Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Mûsilê kete ber roketan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336080-baregeha_leşkerî_ya_tirkiyê_li_mûsilê_kete_ber_roketan
Çavkaniyên iraqî qala êrîşa bi roketan li ser baregeheke herî girîng a Tirkiyê li bakûrê vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2022 13:51 Asia/Tehran
  • Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Mûsilê kete ber roketan

Çavkaniyên iraqî qala êrîşa bi roketan li ser baregeheke herî girîng a Tirkiyê li bakûrê vî welatî kir.

Li gorî rapora Kanala Saberin Newsê, Medyayên iraqê berêvara Pêncşemiyê ragihand ku baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya bi navê Zilîkanê li Herêma Kurdistana Iraqê ketiye ber êrîşa bi roketan.

Li gorî vê raporê, pên roketên 122 mîlîmitrî ketine nav baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Mûsilê (navenda parêzgeha Neynewayê).

Malpera Shafagh Newsê jî tevî piştrastkirina vê raporê ragihand, roket ji bajarê Mûsilê ber bi baregeha Zilîkanê va hatine avêtin.

Di vî warî da Kanala Gerîla TV'yê ya ser bi PKK'yê vê dawiyê di raporekê da ragihand ku endamên vê komê erebeyeke zirêhî ya artêşa Tirkiyê bi mûşeka rûsî ya rênimûnbûyî ya dijetankê ya bi navê ATGM'yê ji nav biriye.

Baregehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê di mehên dderbasbûyî da hertim ketine ber êrîşên bi roket û dronan ên komên nenas.