Çendîn mûşek li devera Xebat ya Hewlêrê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333669-Çendîn_mûşek_li_devera_xebat_ya_hewlêrê_ketin
Îro danê êvarê hejmarek mûşek li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin. Hat diyarkirin ku ti windahiyên canî çênebûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2022 19:16 Asia/Tehran
  • Çendîn mûşek li devera Xebat ya Hewlêrê ketin

Îro danê êvarê hejmarek mûşek li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin. Hat diyarkirin ku ti windahiyên canî çênebûne.

Îro Yekşemê 1ê Gulana 2022an dengê çend mûşekan li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê hatin bihîstin.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Mûşek çend heb bûn û li sînorê navçeya Rizgarî û navçeya Xebatê ketine xwarê, ti ziyanên canî çê nebûne.”

Hêzên Dijî Teror a Herêma Kurdistanê ragihand, "6 mûşek li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê."

Hêzên Dijî Teror a Herêma 0Kurdistanê her wiha got, "Ji ber mûşekan ti windahî û jî ziyaneke madî çênebûye. Mûşek ji nahyeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.

Di 6ê Nîsana 2022an de jî li navçeya Xebatê 3 mûşek li nêzî taxên Kevirgosk û Zeya Mezin ketin. Medya ewlekariyê ya Iraqê gotibû, "Komeke neqanûnî, ew mûşek avêtine."