Xelkê gundekî Mexmûrê êrişa DAIŞê li ser gundê xwe pûç kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333021-xelkê_gundekî_mexmûrê_êrişa_daiŞê_li_ser_gundê_xwe_pûç_kirin
Komek terorîstên DAIŞ ketin nav gundekî bajarokê Mexmûr yê Herêma Kurdistanê, lê xelkê gund li ber wan sekinîn û ew neçar kirin ku gundê wan der kevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Xelkê gundekî Mexmûrê êrişa DAIŞê li ser gundê xwe pûç kirin

Komek terorîstên DAIŞ ketin nav gundekî bajarokê Mexmûr yê Herêma Kurdistanê, lê xelkê gund li ber wan sekinîn û ew neçar kirin ku gundê wan der kevin.

Qaymeqamê bajarokê Mexmûrê, Rizgar Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê sê terorîstên DAIŞ bi matorê çûbûn gundê Başbend li nahiya Qerec ya Mexmûrê û xwastibûn bikevin malekê, lê xelkê gund zû bi wan hesiyabûn û ew dabûn ber gulleyan û neçar kiribûn birevin.

Rizgar Mihemed her wiha got, piştî wê yekser hêzên ewlehiyê li dû wan ketin, lê nekarîn wan bikujin yan bigirin.