Mesûd Barzanî bi şandeke bilind a Tevgera Sedir ra civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i331163-mesûd_barzanî_bi_şandeke_bilind_a_tevgera_sedir_ra_civiya
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê(PDK) Mesûd Barzanî îro 4/1/2022an pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedirê bi serokatiya Şêx Hesen El-Ezarî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2022 14:36 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî bi şandeke bilind a Tevgera Sedir ra civiya

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê(PDK) Mesûd Barzanî îro 4/1/2022an pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedirê bi serokatiya Şêx Hesen El-Ezarî kir.

Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Iraqê, derencamên hilbijartinê, pêngevên ji bo rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, tekezî li ser berdewamiya hewlan ji bo destpêkirina qonaxeke nû di proseya siyasî de, derbaskirina astengiyan, bersivdana daxwaz û îradeya welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hate kirin, ew jî di çarçoveya rastrêkirina proseya siyasî û berçavgirtina daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê.