Desdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i330125-desdirêjiya_artêşa_tirkiyê_ser_bakurê_iraqê_berdewam_dike
Artêşa Tirkiyê bi behaneya êrişa ser endamên PKKê destwerdana leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê berdewam kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2021 17:01 Asia/Tehran
  • Desdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê berdewam dike

Artêşa Tirkiyê bi behaneya êrişa ser endamên PKKê destwerdana leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê berdewam kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê li navçeyên Matîna û Xakûrkê 3 endamên PKKê kirine armanc.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya operasyonên li dijî hêzên PKKê kir.

Di encama êrişên Artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê piran xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê ji babeta canî û malî ziyanê dibînin û eva bûye sedama valakirina gelek ji gundên vê Herêmê.

Destwerdan û dagirkieriyên dewleta Tirkiyê li bakura Iraqê û Sûriyê bûye sedema nerazîbûna hikûmet û gelên van welatan, lê dewleta tirk van nerizamendiyan piştguh dike.