Du tîpên pêkhatî ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge hatin damezirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i329145-du_tîpên_pêkhatî_ji_artêşa_iraqê_û_hêzên_pêşmerge_hatin_damezirandin
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê qala damezirandina du tîpên hevpar ji hêzên artêş û Pêşmerge û bicihbûna wan li navçeyên kêşeliser kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2021 18:42 Asia/Tehran
  • Du tîpên pêkhatî ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge hatin damezirandin

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê qala damezirandina du tîpên hevpar ji hêzên artêş û Pêşmerge û bicihbûna wan li navçeyên kêşeliser kir.

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê qala damezirandina du tîpên hevpar ji hêzên artêş û Pêşmerge û bicihbûna wan li navçeyên kêşeliser kir.

Li gorî rapora kanala El-Meyadînê, Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê roja Çarşemiyê got: Hevkairya navbera Fermandetiya operasiyona hevpar û hêzên Pêşmerge bûye sebeba pêkhatina du tîpên pêkhatî ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge jibo bicihbûna li navçeyên girîng ên hevpar nasyar bi Hêla Şîn ku hêzên dewleta navendî û Herêma Kurdistanê ji hev cuda dike.

Xefacî got: Ev du tîp dê di bin fermana Wezareta Berevaniyê da bin û bicihbûna wan li navçeyên kêşelisser dê ji destpêka Cotmeha 2021ê va dest pê bibe.