Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Yunanistanê peywendiyeke telefonî encam da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i327785-serokê_herêma_kurdistanê_û_serokwezîrê_yunanistanê_peywendiyeke_telefonî_encam_da
Her du aliyan daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2021 08:05 Asia/Tehran
  •  Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Yunanistanê peywendiyeke telefonî encam da

Her du aliyan daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis duh çarşemê 21ê Tîrmeha 2021ê peywendiyeke telefonî encam da û têde peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yunanistanê guftûgo kir û her du aliyan daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.

Serokwezîrê Yunanistanê daxwaza lêborînê kir ku serdana çaverêkiriya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hate paşxistin û xwesteka xwe ya ji bo encamdana serdanê di demeke guncaw ya paşerojê de nîşan da.