Li Hewlêrê 92 kîlo eroîn hate desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i326529-li_hewlêrê_92_kîlo_eroîn_hate_desteserkirin
Îro roja yekşemê 23.05.2021ê Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir aşkere kir li Hewlêrê wan kariye 92 kîlo maddeyên hişbir ku cûreya eroînê ye desteserkirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2021 18:24 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê 92 kîlo eroîn hate desteserkirin

Îro roja yekşemê 23.05.2021ê Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir aşkere kir li Hewlêrê wan kariye 92 kîlo maddeyên hişbir ku cûreya eroînê ye desteserkirine.

Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir di daxuyaniyekê de ragihandiye piştî lêkolînên wan îro yekşemê li Hewlêr di çalakîyeke mezin de karîne qaçaxçiyeke maddeyên hişbir desteser bikin ku hemwelatiyê Tirkiyê ye û şêniyê Hewlêrê ye.

Herwiha Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir amaje bi wê yekê jî kiriye 184 qalib eroin ku dike 92 kîlogram jî hatiye desteserkirin.

Herwiha derbarê wî tohmetbarî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo dadgehê hatiye şandin.