Balefirên cngê yên amerîkî li ser hin navçeyên Herêma Kurdistanê firrîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i322312-balefirên_cngê_yên_amerîkî_li_ser_hin_navçeyên_herêma_kurdistanê_firrîn
Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê qala firrîna balefirên cengê yên Amerîkayê li ser bajarê Hewlêrê û hin deverên Herêma Kurdistanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2020 13:13 Asia/Tehran
  • Balefirên cngê yên amerîkî li ser hin navçeyên Herêma Kurdistanê firrîn

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê qala firrîna balefirên cengê yên Amerîkayê li ser bajarê Hewlêrê û hin deverên Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî rapora malpera Melûmeyê, Çavkaniyê iraqî got: Balefirên cengê yên Amerîkayê bi armanca operasiyona naskirinê, li ser asimanê Hewlêrê û navçeyên derdorê û zîvala sînorî ya Sûriyê firrîn û dîmenên van deveran kişandin.

Wî her wiha got: Amerîka dixwaze komeke hêzên xwe ji Sûriyê veguhezîne baregeha Herîrê ya li Hewlêrê.

Rêveberiya balefirgeha Hewlêrê jî bi daxuyaniyekê firrîna balefirên hevpeymaniya amerîkî piştrast kir.

Çavkaniyên iraqî roja Şemiyê jî qala firrîna çend balefirên B52 ên Amerîkayê li asimanê sînorê Iraq û Sûriyê kiribûn.