Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina neraziyan li Herêma Kurdistanê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i322210-tevgera_goranê_dijayetiya_xwe_digel_girtina_neraziyan_li_herêma_kurdistanê_ragihand
Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina berfireh a nerazî û çalakên medenî li bajarê Herêma Kurdistanê, nemaze li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina neraziyan li Herêma Kurdistanê ragihand

Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina berfireh a nerazî û çalakên medenî li bajarê Herêma Kurdistanê, nemaze li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.

Li gorî rapora Kurd Pressê,  Di rojên bihurî da û bi lidarxistina xwenîşandan û nerazîtiyên berfireh li bajarên parêzgeha Silêmaniyê û qewimîna tundî û pevçûnan di van xwenîşandanan da, hêzên ewlehiyê bi awayekî berfireh hejamreke nerazî, çalakên medenî û beşdarên xwenîşandanê girtin.

Tevgera Goranê wek berteka li hemberî van girtinan daxuyaniyek da û tevî ragihandina piştgiriya xwe ji xwenîşandana raam, dijayetiya xwe digel girtina nerazîyan diyar kir.

Tevgera Goranê lidarxistina xwenîşandana aştiyane û aram wek mafê xwezayî yê welatiyên Herêma Kurdistanê daye zanîn û daxwaza azadkirina bilez a hemî girtiyan kiriye.

Ev di halekî da ye ku Tevgera Goranê ji partiyên xwedan pişk û par di hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê ye û hejmareke cîgehên wezaretî û hikûmetî di destê wê da ne.