Di xwenîşandana meaşgiran li Silêmaniyê da du nûnerên Parlimanê birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i321972-di_xwenîşandana_meaşgiran_li_silêmaniyê_da_du_nûnerên_parlimanê_birîndar_bûn
Hêzên ewlehiyê bi reşandina gaza rondikrêj êrîşî ser xwenîşandana meaşgiran li Silêmaniyê kirin û di vê êrîşê da nûnerekî Tevgera Goranê û nûnerekî serbixwe li Parlimana Herêma kurdistanê birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2020 12:31 Asia/Tehran
  • Di xwenîşandana meaşgiran li Silêmaniyê da du nûnerên Parlimanê birîndar bûn

Hêzên ewlehiyê bi reşandina gaza rondikrêj êrîşî ser xwenîşandana meaşgiran li Silêmaniyê kirin û di vê êrîşê da nûnerekî Tevgera Goranê û nûnerekî serbixwe li Parlimana Herêma kurdistanê birîndar bûn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Radyo Newayê, Îro Pêncşemiyê, 3ê Mijdarê mielim, meaşgir û welatiyên Silêmaniyê di duyemîn roja li pey hev da wek nerazîtiya li hemberî nedana çend mehan meaşa xwe, xwenîşandaneke itirazî li dar xistin.

Di vê xwenîşandanê da ku tûşî êrîşa hêzên ewlehiyê û reşandina gaza rondikrêj ji aliyê wan va hat, Şêrîn Emîn nûnerê Tevgera Goranê û Sîrvan Baban nûnerê serbixwe yê Parlimana Herêma Kurdistanê birîndar bûn.