Baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê rastî êrişê hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319997-baregeheke_leşkerî_ya_amerîkayê_ya_li_hewlêrê_rastî_êrişê_hat
Çavkaniyekî iraqî ragihand ku baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li nêzî balefirgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, rastî êrişa bi mûşekan hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2020 05:35 Asia/Tehran
  • Baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê rastî êrişê hat

Çavkaniyekî iraqî ragihand ku baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li nêzî balefirgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, rastî êrişa bi mûşekan hat.

Kanala Sumeriye ya Iraqê ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê got: “Êrişa bi mûşekan a li dijî baregeha leşkerî ya li nêzî balafirgeha Erbîlê hate şikandin.”

Heman çavkanîyê diyar kir: "Mûşekek li nêzî avahiya grûpeke dijî Înqilabê û ya din li gundekî ketiye di encamê de şewat li herêmê rû da û lêgerîna mûşeka sêyemîn berdewam e".