Tirkiye hema wisa cihwarên jiyana gel li Herêma Kurdistanê dide ber bombeyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319643-tirkiye_hema_wisa_cihwarên_jiyana_gel_li_herêma_kurdistanê_dide_ber_bombeyan
Firokeyên şêrr ên Tirkiyê bombebarana gund û cihwarên jiyanê li Herêma Kurdistanê didomînin û herî dawî gundên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê ketin ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • Tirkiye hema wisa cihwarên jiyana gel li Herêma Kurdistanê dide ber bombeyan

Firokeyên şêrr ên Tirkiyê bombebarana gund û cihwarên jiyanê li Herêma Kurdistanê didomînin û herî dawî gundên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê ketin ber êrîşê.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shar Pressê, Dawiya şeva çûyî firokeyên Tirkiyê gundê Kîsteyê yê Amîdiya ser bi Dihokê bi giranî bombebaran kirin.

Her wiha navçeyên Bîrkim û Xarkûkê yên parêzgeha Hewlêrê û gundên Bîrgele, Zîve û Alîrşiyê li parêzgeha Silêmaniyê jî ketin ber bombeyan.

Ji ber van êrîşan ziyaneke mezin li zevî, rez, bax û bistanên xelkê ketiye.