Artêşa Iraqê û Pêşmerge çar navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i318854-artêşa_iraqê_û_pêşmerge_çar_navendên_hevbeş_yên_operasyonan_pêk_anîn
Artêşa Iraqê ragihand, wan û hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî 4 navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2020 19:17 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê û Pêşmerge çar navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîn

Artêşa Iraqê ragihand, wan û hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî 4 navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîne.

Fermandehiya giştî ya hêzên çekdar yên Iraqê di daxuyaniyekê de, ku îmzeya cîgirê fermandeyê operasyonan ya artêşa Iraqê Ebdulemîr Şemerî li ser e, ragihand, fermandeyê giştî yê hêzên çekdar yên Iraqê rizamendî nîşan daye çar navendên hevbeş yên operasyonan di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de bên avakirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku yek ji wan navendan li bajarê Xaneqîn e, yek li bajarokê Mexmûr e, yek li devera Keskê ya Mûsilê ye û ya din jî li devera Çîmen ya Kerkûkê ye.