Balafirên şer ên Tirkiyê li bakurê Iraqê otomobêlek din jî bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i318643-balafirên_şer_ên_tirkiyê_li_bakurê_iraqê_otomobêlek_din_jî_bombebaran_kir
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê li devera Behdînanê ya Herêma Kurdistanê otomobêlek din bombebaran kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2020 03:46 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê li bakurê Iraqê otomobêlek din jî bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê li devera Behdînanê ya Herêma Kurdistanê otomobêlek din bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê otomobêlek li gundê Eredna ya ser bi bajarokê Bamernê  a ser bi Dihokê bombebaran kirine.

Heman çavkaniyan ragihandin ku 3 kesên di nava otomobêle de bûn jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Hêjayî gotinê balafirên artêşa Tirkiyê  duh bi şev jî li gundê Reşankê a ser bi Dihokê otomobêlek sivîlan bombebaran kiribû.