Li Herêma Kurdistanê, 128 kes tûşî Koronayê bûne
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku tûşbûyên vîrusa Koronayê li vê herêmê gihêşte 128 kesan.
Îro roja yekşemê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da da zanîn di nava 24 saetên dawî di encama pişkinînan de 6 kesên din jî tûşî vayrusa Koronayê bûne. Vê wezaretê ragihand ku bi van 6 kesan hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketina gihête 128 kesan, ji wan 2 kes mirine û 55 kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Ji tûşîbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê 10 zarok in ku 2 ji wan can dane.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand ku herî dawî 3 tûşbûyên din ên vîrusa Koronayê li Hewlêrê baş bûn.
Vê wezaretê diyar kiriye ku hejmara welatiyên hatine kerentînekirin 5315 kes li 35 cihên cuda bûn. Niha tenê 1248 kes di kerentînê de mane.