6 haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314280-6_haletên_nû_yên_tûşbûna_bi_koronayê_li_hewlêrê_hatin_tomarkirinê
Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê jordaçûna lezgîn a hejmara tûşbûyîyên Koronayê li wê Herêmê piştrast kir û ragihand ku 6 haletên nû yên tûşbûnê li Hewlêrê hatin tomarkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2020 12:54 Asia/Tehran
  • 6 haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirinê

Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê jordaçûna lezgîn a hejmara tûşbûyîyên Koronayê li wê Herêmê piştrast kir û ragihand ku 6 haletên nû yên tûşbûnê li Hewlêrê hatin tomarkirinê.

Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku 6 haletên nû yên tûşbûnê li Hewlêrê hatin tomarkirinê ku 2 zarokên yek û nehsalî di nav wan da hene û bi vî awayî hejamra tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 91 kesan.

Vê sibê herwiha 8 haletên nû yên tûşbna bi Koronayê li Silêmanîyê hatin piştrastkirinê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çend hefteyan berî nika ve heî dayre û navendên perwerdê û cihên giştî û geştyarîyê girêdane û qerentîna neçarî û qedexeya hatin û çûyînê li asta bajaran û navbera bajêran ragihandîye û hemi hêzên emnî û berevanîyê jibo cihanîna wan biryarana xistine rewşa amadebaşîya tam de.

Heta vê gavê 2 kesan ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Ji hêla din ve, heta vê gave 22 kes ji tûşbûyîyên Koronayê Ii Herêma Kurdistanê baş bûne û tixtoran izna derketina wan ji nexweşxanê dane.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di fermanekê de hemî hêzên berevanîya sivîl û emnî yên di bin fermana wê Wezaretxanê de ji wan hêzên Polîs, Jîngehparêz, Hêzên Dadgehan, Hêzên Kolêjên Polîsan bi merema alîkarîya bo hêzên din di warê cihanîna rêbazên sekinîna himberî belavbûna li Herêma Kurdistanê xistine rewşa amadebaşîya tam de.