Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku herî dawî 10 kesên din li parêzgeha Silêmaniyê encamên pişkinînên wan ên Koronayê pozîtîv derketine.
Li gor daxûyanîya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, 7 kes ji wan li Derbendîxanê û 3 kesên din jî li nav bajarê Silêmaniyê tûşî vê vîrusê bûne.
Duh Şemiyê 21ê Adarê yekemîn haleta tûşbûna bi Koronayê li Derbendîxanê hatibû tomarkirin.
Ji 7 tûşbûyên îro yên li Derbendîxanê jî, 5 kes endamên malbatekê ne û têkiliya wan bi tûşbûyê duh ve hebûne.
Rêveberê Tendirustiya Çemçemlê, Dr. Ferhad Mihemed jî ji Rûdawê re ragihand, “ew kesê ku îro tûşbûna wî li wê qezayê hatiye piştrastkirin, 30 salî ye û tevahiya û ti kesek ji malbata wî tûşî vîrusê nebûye û wî serdana Îranê jî nekiriye”.
Bi gotina Ferhad Mihemed, “tevahiya endamên malbata wî kesî hatine kerentînekirin”.
Ferhad Mihemed herwiha da xuyakirin, îro tîmên tendirustiyê li Çemçemalê 40 pişkinînên koronayê encam dane û ew guman dikin, ku çend tûşbûyên din li wê qezayê hebin.
Hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 64 kesan.
Ji wan 64 kesan, 52 kes li Silêmaniyê, kesek li Helebce, kesek li Duhokê û 10 kesên din jî li parêzgeha Hewlêrê tûşî Koronayê bûn