Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ji bo şopandina rewşê serdana Duhokê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314174-wezîrê_navxwe_yê_herêma_kurdistanê_ji_bo_şopandina_rewşê_serdana_duhokê_kir
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel desteyekê ji bo şopandina tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê û agahdarbûn ji rewşa ziyandîtiyên lehiyên vê dawiyê, serdana parêzgeha Duhokê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 14:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ji bo şopandina rewşê serdana Duhokê kir

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel desteyekê ji bo şopandina tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê û agahdarbûn ji rewşa ziyandîtiyên lehiyên vê dawiyê, serdana parêzgeha Duhokê kir.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û şanda pê re, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Duhokê kirine.

Di vê serdana xwe de, ew şanda hikûmetê dê ji nêzîk ve bicihkirina rênima û tedbîrên li hember vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê û herwiha rewşa ziyandîtiyên lehiyên du rojên derbasbûyî yên li wê parêzgehê bişopîne.

Ev di demekî de ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî milyarek dînar weke alîkarî ji bo ziyanpêketiyên lehiya li parêzgeha Duhokê terxan kir.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 2 milyar dînarên Iraqî weke alîkarî ji bo ziyandîtiyên lehiyên li parêzgeha Duhokê terxan kiriye.

Di encama baranên guj û rabûna lehîyan li parêzgeha Duhokê, zirareke mezin gihîştiye zêdetirî 400 malan û 200 otomobîlên welatiyan û çar pirên li wê parêzgehê jî herifîne.

Herwiha li parêzgeha Duhokê, duh Pêncşemê yekemîn haleta tûşbûna  bi vîrusa COVID-19 hat tomarkirin.