Waliyê Silêmaniyê: Eger neneçar bin ji mal dernekevin
Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir diyar kir ku wê ji îro ve çavdêriyek dijwar li bazar û cihên giştî bikin û got ku naçarin pêşiya her qelebaxiyekê li her cihekê bigirin. Wî herwiha eşkere kir ku Cadeya Salim, Sehuleke û Çayxaneya Şeib wê werin girtin.
Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir li gel qaymeqamê Silêmaniyê û berpirsên tenduristiyê yên Silêmaniyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê daxuyanî da. Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir eşker kir ku wê ji îro ve hatûçûna di navbera bajar, navçe, bajarok û gundên de sînordar bikin. Herwiha bang li welatiyan hate kirin ku eger neneçar bin ji mal dernekevin.
Dr. Heval Ebubekir ji welatiyan xwest ku tenê hefteyekê rojekê ji bo pêdiviyên xwe serdana bazarê bikin û got;”Êdî bazar ne cihê gerê ye. Divê çûna ser goristanan û bikaranîna wesayitên veguhestinên giştî werin kêmkirin. Wê ji sibe ve kombûnên li goristanan were qedexekirin.”
Dr. Heval Ebubekir eşkere kir ku wê ji îro ve bazar û cihên giştî bêxin di bin çavdêriyê de û got ku eger qelebaxî çêbibe wê bigirin.
Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir destnîşan kir ku wê ji îro ve çayxaneya Şeib, Cadeya Salim û cihên din ên giştî ji ber vîrûsa korona werin girtin.
Herî dawî daxwaz ji hemû kesên ku dixwazin testên destpêkê bikin serdana nexweşxaneyan nekin û bi riya telefonê peywendiyê bikin, da ku bersiva pirsên xwe bigirin. Bi hejmara ‘122’ dikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan.