6 mercên fraksiyonên kurdistanî bona piştgiriya ji serokwezîrê pêşerojê yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313968-6_mercên_fraksiyonên_kurdistanî_bona_piştgiriya_ji_serokwezîrê_pêşerojê_yê_iraqê
Miyade Necar, endama meclisa nûneran a Iraqê ji Partiya Demokrata Kurdistanê îro berî nîvro li gotûbêja bi ajansa fermî ya vî welatî, Waiê re raghand ku fraksiyonên kurdistanî bona piştgiriya ji serokwezîrê nû yê dewleta federal li meclisê şer şertên xwe hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • 6 mercên fraksiyonên kurdistanî bona piştgiriya ji serokwezîrê pêşerojê yê Iraqê

Miyade Necar, endama meclisa nûneran a Iraqê ji Partiya Demokrata Kurdistanê îro berî nîvro li gotûbêja bi ajansa fermî ya vî welatî, Waiê re raghand ku fraksiyonên kurdistanî bona piştgiriya ji serokwezîrê nû yê dewleta federal li meclisê şer şertên xwe hene.

 Necar her wiha destnîşan kir: Fraksiyonên kurdî bi şerta parastina van babetan dê piştgiriya serokwezîrê bê li nav parlemnaê bikin.: Ya ewilî eva ku ev kesayetî ji hêla hemî çîn û qatên gelê Iraqê bi taybet şîe, sunne û kurdan ve bê qebûlkirin. ya dudyan berbijarê vê postê divê pêbendê qanûna bingehîn be û ya sisyan jî maf û xwestekên qanûnî yên Herêma Kurdistanê berçav bigre. 

 Vê parlemnatera kurd li vê barê got:Şerta çaran jî eva ye ku li damezrandina kabînê û şêwirînên xwe, rewşa taybet a Herêma Kurdistanê berçav bigre. Ya pêncan jî divê  bixebite hemî pirsgrêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike û rêzê li hevhatinên berê bi taybet li bara navçên xala 140`an, mafên hêzên pêşmerge û bûdca herêmê li gor qanûna bingehîn bigre. şerta dawiyê jî eva ye ku pirsgirêkên Iraqê bi taybet xwestekn rewa yên xwenîşanderan li Bexdayê û parêzgehên din fehm bike.