Cotyar Adil: Sepandina Paşekevtkirinê di sîyaseta Hikûmeta Herêmê de nîne
Berdevckê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Hikûmetê rêbaz û planên xwe yên taybet bi qeyrana darayîyê, daketina bihaya niftê û bandorên wê ser rewşa darayîya Herêma Kurdistanê hene.
Cotyar Adil Berdevckê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ragihand: Sepandina Paşekevtkirinê di sîyaseta Hikûmeta Herêmê de nîne û ne ji desthilata me ye ku miaşan paşekevt ango zimhêr bikin, her mej mişa tê dayînê.
Wî herwiha got: Di çarçova demajoya çaksazîyan de em dê şopandin û çavdêrîya ser derhat û xercan bidomînin jibo ku em bikaribin cureke hevsengî û dadperwerîyê pêk bînin.
Ligorî gotina Cotyar Adil, ji destpêka pêkhatina kabîneya Nehan ve heta nika Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçova çaksazîyan de karîye derhata Hikûmetê du beranber bike, armanca sereke ya Hikûmetê jî pêkanîna dadperwerîyê ye, ku karekî hêsan jî nîne.