Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê: 2 kes din tûşî Koronayê bûn
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, tenê 2 kes tûşî vîrûsa koronaya nû (Covid-19) bûne.
Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Saman Berzencî dawîn amarên belavbûna vîrûsa koronaya nû belav kirin û ragihand, ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, tenê 2 kes tûşî verûsa korona bûne.
Saman Berzencî diyar kir ku yek ji wan kesên ku tûşî koronayê bûne xwendekarekî 19 salî ye û yê din jî mêrekî 64 salî ye.
Derbarê wan kesên ku di Qerentîneyê de mane, Saman Berzencî go ku ji tevahiya 3 hezar û 64 kesan, niha tenê 953 kes di Qerentîneyê de mane, û ewên din jî bi tenduristiyeke baş vegeriyane nav malbatên xwe.
Herwiha Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, careke din daxwazê ji welatiyan dike, ku pêbendî rênimayiyên tendirûstiyê bin û ji cihê qerebalix dûr bikevin, kêmtirîn nêzîkbûn ligel kesên din hebin, û berdewam jî destên xwe bişon.