Nêrînên firaksiyonên kurdistanî li bara damezrandina dewleta nû ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313861-nêrînên_firaksiyonên_kurdistanî_li_bara_damezrandina_dewleta_nû_ya_iraqê
Şêwirmendê rêberê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku kurdên Iraqê daxwaza çaksaziya di saziyên vî welatî de, çareserkirina pirsgirêkan, pêbendiya li qanûna bingehîn û xala şirîkatîyê û lidarxistina hilbijartinên zûwext dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2020 13:56 Asia/Tehran
  • Nêrînên firaksiyonên kurdistanî li bara damezrandina dewleta nû ya Iraqê

Şêwirmendê rêberê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku kurdên Iraqê daxwaza çaksaziya di saziyên vî welatî de, çareserkirina pirsgirêkan, pêbendiya li qanûna bingehîn û xala şirîkatîyê û lidarxistina hilbijartinên zûwext dikin.

Mesûd Heyder,Şêwirmendê Mesûd Barzanî,rêberê PDK roja şemiyê li gotûbêjekê bîr û rayên firaksiyonên kurdistanî li bara damezrandina kabnîna  nû ya dewleta fedeal a vî welatî xistin rojevê. 

Wî li vê barê diyar kir: Nêrîna firaksiyonên kurdistanî li bara damezradina dewleta tê çaksaziya saziyên îdarî û aborî yên welêt û çareserkirina pirsgirêkên siyasî, ewlehî û aborî digre ber xwe. 

Vî siyasetvanê kurdê iraqî destnîşan kir: Nêrîna firaksiyonên kurdistanî pêbendiya ser destûra bingehîn, pêbendiya ser xala hevkarî û beşdariyê, hevhatin û hevsengî û amadekariya bo lidarxistina hlbijartinên zûext jî digre ber xwe. 

Di hemen demê de, berpirsê karûbarên hilbijartinê yên PDK got ger serokwezîrê nû yê Iraqê li 15 rjan neyê bijartin, divê hilbijartinên zûwext bê lidarxistin. 

 Xusrew Goran destnîşan kir ku bijartina kesayetiyekî dewsa Elawî pir zehmet e çimku xelk û nerazî, tevgerên sunne, şîe û kurd divê li bara wê li hev bikin.