Parlemanterên Herêma Kurdistanê daxwaza lidarxistina civîna parlemanê li Helebçeyê kirin
60 kes ji parlemanterên Herêma Kurdistanê daxwaza lidarxistina civîna parlemanê li bajarê Helebçeyê di salroja bombebarana kîmyawî ya vî bajarî kirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê Şar Press`ê, Mem Burhan Qani, nunerê parlemana Herêma Kurdistanê bi weşandina nivîsarekê li Facebook'a xwe raghand ku 60 parlemanterên Herêmê di nameyekê de ji taxima serokatiya parlemanê xwestin ku bila civîna parlemana Kurdistanê li bajarê Helebçeyê di salroja bombebarana kîmyawî ya vî bajarî da were lidarxistin.
Wî her wiha amaje kir ku ev daxwaza li gor xala 66`an a rêziknamey navxwe ya parlemanê hatiye hilêxistin û hatiye xwestin ku wezîrên têkildar li kabîna herêmê jî bo hilkolandina pirsgirêk û hevcetiyên Helebçê beşdarê vê civînê bibin.
Di encama bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê ku ji aliyê Rejîma Bes a Sedam va cih hat 5 hezar kes ji xelkê sivîl ê vî bajarî canê xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî bi giranî birîndar bûn û dûhatên vê bombebarana kîmyawî hîn jî li navçê hene.