Nêçîrvan Barzanî û şanda NY derbarê Êzidîyan û pêkhateyan de gotûbêj kirin
Şandeke Neteweyên Yekgirtî bi Serokatiya Şêwirmendê Taybet ê Sekretêrê Gişt Netweyên Yekgrtî bo karûbarên cenosaydê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiya.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 3yê Adara 2020an li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Neteweyên Yekgirtî bi Serokatiya Şêwirmendê Taybet ê Sekretêrê Gişt Netweyên Yekgrtî bo karûbarên cenosaydê Adam Deing kir û di civînê de her du alîyan derbarê rewşa koçberan, tawanên DAIŞ û sedemên venegeriyana koçberan de gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser bihêzkirina pêkvejiyana hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyeke ligel Neteweyên Yekgirtî ya ji bo lêkolîna li ser tawanên DAIŞ kir bi taybet ew tawanên li dijî Kurdên Êzidî û Mesihiyan hatine encamdan.
Nêçîrvan Barzanî herwiha pêgirî ser girîngzanîna zêdetir a mafê pêkhateyan li destûra paşarojê ya Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de Şanda Netweyên Yekgrtî jî hewl û rola Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina koçber û pêşkeşkirina xizmetguzariyan û rêxweşkirina bo lêkolînên tawanên DAIŞê bilind nirxand.
Wê desteyê derbarê armanca seredana xwe ya Herêma Kurdistanê de jî ragihand ku armanc komkirina belgeyên derbarê tawanên DAIŞê de ye û xwestine rewşê ji nêzîk ve bibînin.
Herdu alîyan pêgirî ser beşdarîkirina pêkhatan li desthilatê û danîna destûra tawanan li Iraqê ku hêsankariyê ji bo tîmên navdewletî bike û mîsogerkirina pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.