Qayimeqamê Şingalê derbarê dagirkirina dubare ya Şingalê de hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313657-qayimeqamê_Şingalê_derbarê_dagirkirina_dubare_ya_Şingalê_de_hişyarî_da
Yek ji rêvebirên herêma Şingalê got: Diqewime herêma Şingalê careka din bi destê koma têrorîst a DAIŞ`ê were dagirkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 29, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • Qayimeqamê Şingalê derbarê dagirkirina dubare ya Şingalê de hişyarî da

Yek ji rêvebirên herêma Şingalê got: Diqewime herêma Şingalê careka din bi destê koma têrorîst a DAIŞ`ê were dagirkirinê.

Mehma Xelîl Qayimeqamê Şingalê got: Gellek heger hene ku sênaryoya dagirkirina herêma Şingalê weke sala 2014`ê careka din dubare bibe. Çinku çekdarên DAIŞ`ê li ber çavê hêzên Artêşa Iraqê û hêzên emnî car bo carê êrişî wan navçana dikin ku Êzidî niştecî bûne nemaze herêma Kihêlê.

Mehma Xelîl herwiha got: Çekdarên DAIŞ`ê roj ve wek welatîyên sivîl xwe nîşan didin, şevê jî êrişî Êzîdîyan dikin.