Li Teleferê goreke bi komî ya Kurdên Êzidî hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313368-li_teleferê_goreke_bi_komî_ya_kurdên_Êzidî_hat_dîtin
Li navçeya Telefer a Musilê di çalekê de goreke komkî ya Kurdên Êzidî hat dîtin ku ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatine kuştin. Tê gotin ku di wê çalê de derdora 30 termên Kurdên Êzidî hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 16:18 Asia/Tehran
  • Li Teleferê goreke bi komî ya Kurdên Êzidî hat dîtin

Li navçeya Telefer a Musilê di çalekê de goreke komkî ya Kurdên Êzidî hat dîtin ku ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatine kuştin. Tê gotin ku di wê çalê de derdora 30 termên Kurdên Êzidî hene.

Ofîsa Lêkolînên Gorên Komkî ya Teleferê ragihand ku li wê çalê herî kêm 30 termên Kurdên Êzidî hene.

Bi gotina Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, çekdarên DAIŞê, 30 gencên Êzidî, bi hinceta ku telefon bikar anîne kuştine û avêtine çalê.

Qeymiqamiya Teleferê jî piştrast kir ku çekdarên DAIŞê, kesên kuştine avêtine di wê çalê de. Rayêdarên qeymiqamiyê dibêjin ku herî kêm termê hezar kesan di wê çalê de hene.

Ligorî agahîyan berî şerê DAIŞê, kûrahiya wê çalê 150 metre bû, lê niha 20 metre ye, çimkî çekdarên DAIŞê gelek caran kesên dikuştin diavêtin di wê çalê de û herwiha gelek caran hinek kes bi zindî jî avêtine di wê çalê de.