Mesûd Barzanî û Helbûsî liser çend babetan lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313275-mesûd_barzanî_û_helbûsî_liser_çend_babetan_lihev_kirin
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê û Serokê Hevalbendîya Hêzên Iraqî di civînekê de liser 6 babetan lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2020 15:28 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî û Helbûsî liser çend babetan lihev kirin

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê û Serokê Hevalbendîya Hêzên Iraqî di civînekê de liser 6 babetan lihev kirin.

Mesûd Barzanî û Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê û Mihemed Helbûsî Serokê Hevalbendîya Hêzên Iraqî ku di eynî demê de Serokê Parlimana vî welatî ye di civînekê de rewşa Iraq û navçê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hilkolandin û liser 6 babetan lihev kirin ku bi vî awayî ne:

1- Karkirina digel hemû hêzên sîyasî di çarçova derbasbûna ji gêreya nika û pişikdarbûna di vegerandina aramî û istiqrarê bo Bexdayê û parêzgehên din ên başûra Iraqê.

2- Pêwîst e ku hikûmeta bê ya Iraqê hemû pêkhateyên Iraqê temsîl bike û ser bingeha şirîkatîya niştîmanî be.

3- Divê bernama Hikûmetê ew be ku amadekarîyan jibo lidarxistina hilbijartina pêşwext wek cihanîna daxwaza xwenîşanderan bike û divê ev yeka bibe karê yekem ê hikûmeta nû.

4- Pêwîst e plana hikûmeta bê zelal be û bi aşkirayî vegerandina mezinatî û serwerîyê bo sazî û dezgehên dewletê, parastina aştîya civakî, kutakirina destwerdana derveyî, ragirtina çekê tenê di destê dewletê da be û nehîştina dîyardeya çekdarên nefermî bigire ber xwe.

5- Domandina hevkarîya digel Hêzên Hevpeymanîya Navnetewî di çarçova alîkarîya bo hêzên iraqî de jibo sekinîna himberî gefên têrorê û serdestbûna hibmerî têrorîstên bermayyî yên DAIŞ`ê.

6- Karkirina di çarçova domandina peywendîyên dualî ser navê hevahengkirina helwestên her du alîyan û şirîkên din.