Mesûd Barzanî û Eyad Ellawî liser çend babetan lihev kirin
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) ligel Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê hevdîtineke pêk anî û her du alîyan di wê hevdîtinê de liser sê xalan derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de lihev kirin.
Serokê PDK Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî kir û di hevdîtinê de Barzanî û Elawî rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên vê dawiyê yên navçeyê nirxandin.
Di civînê de Barzanî û Elawî bi awayekî hûr têkildarî rewşa Iraq û navçeyê û mijara pêkanîna hikûmeta veguhêz a nû li Iraqê gotûbêj kirin.
Herwiha Barzanî û Elawî liser van sê xalan derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de lihev kirin:
Yekem: Herdu aliyan tekez kirin ku Iraqê pêwîstî bi mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê heye, bo hevkariya welêt bikin di sekinîna himberî metirsiyên terorê de, bi taybet jî bi berçavgirtina tevgera vê dawê ya DAIŞê.
Duyem: Iraq welatekî çendnetewî û pêkhateyî ye û ti aliyekî siyasî nikare derbarê biryarên çarenivîsaz ên dewletê û paşaroja wê de, bi serê xwe bide, ji ber ku ew dibe gef li ser yekparçeyiya welêt û aştiya civakî.
Sêyem: Pêwîst e pêkanîna hikûmeta nû, nûnertiya hemûyan bike û hemû pêkhateyên Iraqê beşdariyê tê de bikin, heta yekgirtîbûna niştimanî û daxwazên aştîxwazane yên xwepêşanderan lixwe bigire.