Daxwaza Parêzgerên 13 Iraqê bona bikaranîna azmûnên serketî yên Herêma Kurdistanê
Duh çarşemê li Selaheddîn Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeş ya Parêzger û Cîgirên Parêzgerên 13 Parêzgehên Iraqê kir. Wan parêzger û cîgirên parêzgeran xwestin ku ji azmûnên Herêma Kurdistanê li mijarên curbicur behre werbigirin.
Li vê hevdîtinê de ji bilî Parêzger û Cîgirên Parêzgerên Parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Bexda, Enbar, Dîwaniye, Zîqar, Selaheddîn, Wast, Mîsan, Necef, Kerbela, Besra, Diyalî, Musenna û Hewlêrê, Wezîrê Plandanana Iraqê Dr Sebah El Dilêmî û Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî beşdar bûn.
Şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo aramî û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê hebû û daxwaz kirin ku ezmûna serketiya Herêmê ji bo parêzgehên dinê Iraqê jî bê veguhestin. Her wiha vê şandê spasî gelê Kurdistana Iraqê û Hikûmeta Herêmê kirin ku di dema êrîşa terorîstan û li rojên dijwar da bûne penageha sedan hezar koçberên Iraqê.
Her li vê hevdîtinê de Serokê PDKê Mesûd Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civiyê kir û dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê diyar kir û sedemên ku bûne sedema qeyran û kêşeyên niha li Iraqê şirove û zelal kirin. Barzanî ragihand ku eger li Iraqê da aştiya rastîn bihata şopandin û hemû alî pabendî destûrê bûbûna niha Iraq li rewşeke baştir de dibû.
Li dirêjahiya axaftinên xwe de Barzanî tekez li ser çanda lêborînî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên Iraqê kir û di derbarê peywendiyên di navbera Herêm û parêzgehên Iraqê piştevaniya xwe ya tevahî ji bo pêşxistina wan peywendiyan û karê hevbeş li warê geşepêdan û avadankirina wan de ragihand.