Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bicihkirina yasaya çaksaziyê de da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313145-desteya_wezîran_a_herêma_kurdistanê_daxuyaniyek_derbarê_bicihkirina_yasaya_çaksaziyê_de_da
Îro Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe lidar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2020 15:17 Asia/Tehran
  • Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bicihkirina yasaya çaksaziyê de da

Îro Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe lidar xist.

Di civînê de Serokê Dîwana Çavdêriya Darayîyê û Serokê Desteya Destpakiyê û Serokê Dxwazkariya Giştî amade bûn, Serokwezîr amaje bi girîngiya bicihkirina yasaya çaksaziyê ya hejmar (2) ya sala 2020an kir û got: Encamdana çaksaziyê daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû aliyan e, ji ber vê yekê daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêwendîdar dikin, ku bê muzayede piştevaniyê li bicihkirina yasaya çaksaziyê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, ku proseya çaksaziyê berdewam dibe û hemû waran jî lixwe digire. Wî herwiha got: Di çarçoveya proseya çaksaziya darayî û îdarî de, kar li ser rêkxistina derhatên Herêma Kurdistanê, bi taybet derhata petrol û gazê dikin, ku dixwazin zelal û aşkere be, ku ev yek jî beşek e ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di civînê de, Desteya Wezîran hemû wezîr raspardin ku di dema yazdeh rojan de pêşniyazên xwe ji bo reşnivîsa rêbaza hêsankarya bicihkirina yasaya çaksaziyê amade bikin û raberî Encûmena Wezîran bikin, ji bo ku di zûtirîn demê de ware cihanînê.

Herwiha di wê civînê de, biryar hat dayîn ku komîteyeke bilind bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran û endametiya Cîgirê Serokwezîr û wezîrên pêwendîdar pêk bê, ji bo çavdêrîyê ser  rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê bikin.