Gotûbêja Mesûd Barzanî û şaniyê taybet ê Pûtîn li ser kurdên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312715-gotûbêja_mesûd_barzanî_û_şaniyê_taybet_ê_pûtîn_li_ser_kurdên_sûriyê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û nûnerê serokomarê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Mikhail Bogdano li ser rewşa bakura Sûriyê û kurdên vî welatî gotûbêj kirin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 08:57 Asia/Tehran
  • Gotûbêja  Mesûd Barzanî û şaniyê taybet ê  Pûtîn li ser kurdên Sûriyê

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û nûnerê serokomarê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Mikhail Bogdano li ser rewşa bakura Sûriyê û kurdên vî welatî gotûbêj kirin

Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşewazî li nûnerê taybet yê Vladimir Putin li karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqyê û cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov kir.

Bogdanov serokatiye şandeke rûsî dike ku ji Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksîm Maksîmov, Rêveberê Giştî yê Gazprom Neftê Sergey Petrov, Rêveberê Cîbicîkarê Gazprom Neft Vadîm Yakovlev, Serokê Bazirganiya Navdewletî Viaçeslav Nîkonorov, Serokê Projeyên Rojhilata Navîn Sergey Karavayev û çend berpirsên din ên siyasî, ewlehî û aborî pêk tê.

Li vê hevdîtinê de du aliyan li ser berfirekirina pêwendiyên mêjoyî û dîrokî yên Rûsya û Gelê Kurdistana Iraqê pêgîrî kirin. Aliyê Rûsî rola malbata Barzanî li van pêwendiyan girng nirxand û Barzanî wek dostekî gelê Rûsyayê da zanîn.

Wan herwiha bi hûrî li ser rewşa bakura Sûriyê û kurdên vî welatî gotûbêj kirin.

Bogdanov herwiha rola Herêma Kurdistanê ji bo ewlehî û îstiqrara navçê girîng da zanîn û denîşan kir ku Rûsya pir hez dike pêwendiyên xwe bi vê herêmê zêde bike.