Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1000 projeyan li seranserê Herêmê radighîne
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixweze 1000 projeyan li seranserê Herêmê ragihîne û berhemhênerên Silêmanî û Helebceyê projeya 18 xalî pêşkêşî hikûmetê kiriye.
Mela Yasîn, Berdevkê Yekitiyê û berhemhênerên Kurdistanê raghand: "Li kombûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku têde berhemhêner jî hatibûn bankirin, wek berhemhênerên sînora parzêgehên Silêmanî û Helebçeyê û îdareyên Germiyan û Raperîn em beşdar bibûn"
Wî her wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bo vê yekê dike hezar proje li seranserê Kurdistanê rabighîne."
Mela Yasîn eşkere kir: "Bo agehdarkirina hikûmeta Herêmê ser van kêşe û gîr û giriftên heyî li hember geşekirina aboriya Herêma Kurdistanê, wek yekitiya berhemhênerên Kurdistanê li sînorê Silêmanî û Helebceyê, projeya 18 xalî pêşkêşî encumena wezîran kiriye."
Wî her wiha diyar kir: "Ger em bi şêwazeka dadperwerane ser vê projeya 18 xalî kar bikin, projeyên aborî yên sînorê parzêgeha Silêmanî û Helebceyê dê bên geşekirin."