Serkirdayetiya YNK hişyariyê dide serokê parlemanê
Çile 12, 2020 12:38 Asia/Tehran
Serkirdayetiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) hişyariyê dide fraksiyona xwe li parlemana herêmê û seroka parlemanê Rêwaz Fayiq, ku bila destûra çaksaziyê bi taybet pirsa malnişîniya kesên pilebilind bi awayekî bibe ku berjewendiya xelkê dabîn bike.
Çavkaniyekê diyar kir piştî ku hat raghandin bi serkirdetiya YNK, çend parlemnaterên firaksiyonan li parlemanê lê digerin mesela malnişîniya parlemanter û kesên pilebilind li gor berjewendiya xwe biguherin, serkirdê YNK hişyarî da fraksiyonan ku bila qet vî karî nakin.
Vê çavkaniyê her wiha diyar kir: Serkirdetiyê hişyarî daye Dr. Rêwaz Fayiq seroka parlemanê ku destûrê bi curekê raber bikin ku li gor berjewendiyên xelkê be, ne li gor berjewendiyên parlemanteran.