Kêmendaman daxwaza mafê xwe kirin
Zêdetirî 150 kêmendamên li Herêma Kurdistanê li ber derê parlemana Herêma Kurdistana Iraqê kom bûn û daxwaza mafê xwe kirin. Kêmendaman bang li parlamenteran kirin daku xwedî li sozên xwe derbikevin.
Ji seranserê Herêma Kurdistanê zêdetirî 150 kêmendam (astengdar) li bajarê Hewlêrê ber derê parlemana Herêma Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.
Serokê Yekîtiya Kêmendamên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Heya ku bersiva me nedin, em ji ber derê parlemanê naçin. Ji ber ku dema hilbijartinan de, parlamenteran soz dane me û divê niha jî xwedî li sozên xwe derbikevin. “
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku daxwaza sereke ya kêmendaman, başkirina jiyan û mûçeyê wan e. Kêmendaman dan zanîn ku ew di rewşek xirap de jiyan dikin.