Adil Abdulmehdî gihîşt Hewlêrê
Çile 11, 2020 07:43 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî digel desteyekê gihîşt Hewlêrê û yê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Adil Abdulmehdî bi serokatiya şandeke pilebilind a Iraqê gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirinê.
Adil Abdulmehdî yê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re derbarê rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û peydakirina çareseriyekê ji krîza niha re guftûgoyê bike.