Herêma Kurdistanê amade ye neftê radestî Bexdayê bike
Endamekî Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkera kir ku vê şandê li hevdîtinên xwe yên li Bexdayê diyar kiriye ku amade ye rojê 250 hezar bermîl neftê radestî Bexdayê bike.
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro gihişt Bexdayê. Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê dibêje, nêzîkbûneke baş di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û ew geşbîn in ku bighin rêkketinekê derbarê pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2020an de.
Wezîrê petrola Iraqê jî ragihand ku Pêwîst e Herêma Kurdistanê ji destpêka sala nû her roj 250 hezar bermîlên petrolê radestî Bexdayê bike û ev yek di budceya sala 2020an de tê cîbicîkirin.
Xalid Şivanî wezîrê Herêmê û endamê şanda hanê ragihandiye ku gotûbêjên wê bi rayedarên Hikûmeta Iraqê erênî bûne û ev gotûbêj berdewam dikin û em amade ne bo radestkirina rojê 250 hezar bermîl neftê bo bexdayê.
Endamê wê şandê, ji çend wezîr û serokê dîwan û sekretêrê Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê pêk tên.