Tirkiya êrişî çar qezayên Herêma Kurdistana Iraqê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310474-tirkiya_êrişî_çar_qezayên_herêma_kurdistana_iraqê_dike
Firokên şêr yên Tirkiyê bi mihaneya êrişa ser PKK, êrişî ser 4 qezayên sînorî li derûdora Silêmaniyê û Hewlêrê kirin ku ji ber van êrişan xisaretên zav li xelkê van navçan ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2019 14:59 Asia/Tehran
  • Tirkiya êrişî çar qezayên Herêma Kurdistana Iraqê dike

Firokên şêr yên Tirkiyê bi mihaneya êrişa ser PKK, êrişî ser 4 qezayên sînorî li derûdora Silêmaniyê û Hewlêrê kirin ku ji ber van êrişan xisaretên zav li xelkê van navçan ketin.

Li gor rapora ajansa Sibeyî, Firokên şêr yên Tirkiyê îro Çarşemê bi mihaneya êrişa ser PKK, êrişî ser qezaya Rewandozê kirin û çiyayên Karox û Helmondê bombebaran kirin ku ji ber van êrişan xisaretên giran li xelkê gundên van navçan ketin.

Herwisa hatiye ragihandin ku firokên şêr yên Tirkiyê geliyên Bedran û Nawdeştê li sînorê Sengeserê jî bombebaran kirin.

Hevçaxî ku firokên şêr yên Tirkiyê navçên sînorî yên Rewandoz û Pişderê bombebaran kirin, herwisa van firokên şêr yên Tirkiyê çiyayê sînorî yên Hacomranê û navçeya Simêlê li Qezaya Çomanê jî zêdetir ji 9 caran bombebaran kir.

Her çend mudeheke ku Tirkiyê êrişên xwe yên ser bakûra Sûriyê kêm kiriye lê gor raporên belavbûyî êrişên hewayî yên Tirkiyê ser herêma Kurdistana Iraqê pirtir bûye.